Azadbûn, Di Wateyekê De Hêza Nîqaşkirin, Bîryar Girtin Û Meşandina Têkiliyên Di Navbera Kesayetan De, Îfade Dike – Beşa 2 –

1

Dema we ji xwe re nêzîkatiyên azadiyê esas girt, wê demê hun bi rastiya partiyê ve, bi welatparîzî û rastiya şerê wî ve girêdayîne û hun pêwîstiyên wê tînin cîh.

Rêber Apo

Têkiliya azad, nayê wateya bihev re bûn ê. Têkiliya azad, tê wateya qezenckirina hêza azad, hizirîna azad û çalekiyê. Ev têkilî, yekparebûna şexs îfade dike, wan dixe nava çalakiyê. Vîna azad, ên ku têkiliya azad qezenc kiriye di bin bandorên cûrbecûr de felç nebûye; nedibin bandora vînan, kevneşopî, tore û dibin siha wan de ye. Çi dewleteke emperyalîst ya herî xurt be, çi kevneşopiyeke bigirêdayî be, ger pêwîstbe dikare li hemberî wan jî bisekine. Divê em azadbûnê pir fireh pênase bikin. Dema azadbûna wisa hat jiyîn an jî dema têkiliyên azadbûneke wisa hatin pêşxistin wê demê mirov dikare behsa têkiliyên azad bike. Ev bi tevahî reftariyên xwe ve yên gel in, dikare encama reftarên xwe bixe hesabê û berpirsyartiya wê rake. Jixwe wateya hevoka azad, tê wateya pêşketin û pêşdeçûn ê. Şexsiyetên ku xwe gihandine vê xalê di têkiliyên xwe de azad in. Dikare bê gotin serkeftina azadiyê, têkiliyên azad pêşdixîne. Bi kurtahî, dikare di vê wateyê de di têkiliyên azad de rist bilîze. Em hewl didin hineke din vê mijarê vekin. Ji ber divê bê zanîn ku li ser vê gelek lîstikên mezin tên lîstin. Ajoya herku diçe tune dibe û dibe fahîşe jî ajoya zayend e. Li gorî min ajoya mirovahî ya ku pir kêm hatiye fêmkirin û jê re kêm wate tê dayîn ajoya zayend û têkiliya wê ye. Di gelemperiya dîroka çînî heta niha rewşa dibin bandora nîzama civakî, siyasî û aborî de mijara gotinê ye. Di asteyeke diyar de ajoyeke xwezayî ye, lê bi paşeroj û bi pêşeroja xwe ve ew anîne rewşa tişteyek, maleke ku herî zêde xirap tê bikaranîn. Çima têkiliyeke ku divê bi teqez azad û xwezayî bê jiyîn anîne rewşeke wisan? Divê dîrok û civak divê mijarê de bê rexne kirin. Ji ber di asteke mezinde ya serdest bûye, qedexeyên tundbûn. Zayendî dibin qedexeyên girande ye, ev aliyekê wê ye. Di aliyê din de şopa milkiyeta giran radike. Bi nêzîkatiya kirina mal milk, mal kirinê ve ew anîne rewşa nexweşiyê. Ev, hema hema di nava civaka Kurd de jî wisa ye. Di rastiyê de li gorî çîn û tebeqeyan hatiye rêkûpêk kirin û ev pir kirêt e.

Weke asta azadiya şoreşekê bi asta têkiliyên wî yên azad ve girêdayî ye, weke xweser jî bi têkiyên jin û zilaman ve pir gêdayî ye. Azadbûn, di wateyekê de hêza nîqaşkirin, bîryar girtin û meşandina têkiliyên di navbera kesayetan îfade dike. Civakên ku kesayetên wisa çêkirine, weke civakên azad jî tên nirxandin. Ji civakên ku civakên wisa çêkirine re jî tê gotin civaka azad. Şoreş, di vê wateyê de, di asta herî bilind de çalakiya azadkirina civakê ye. Ger pêwîstiya civakekê ya bi awayekî şewat, lez û gelemperî bi azadbûnê hebe, tişta ku divê bê kirin ji wê civakê re şoreşeke dijwar ferzkirin e. Ez behsa tehlîlkirina di nava jiyana partiyê de dikim. Bi tehlîlkirinê ve asta şoreşger pêşxistin, di heman demê de tê wateya pêşxistina şoreşgeriya di nava van têkiliyan de, pêkanîna azadî û rêxistin ê. Em jiyana di nava partiyê de ew qas bikin şoreşger û lewra azad bikin ku, bila êdî zirara ku şexsiyet didin partiyê tenê ji wan re bimîne, ev zirer bi wan re bisînor be an jî dema bi partiyê lîst, yekser di dema xwe de bersiva ku pêwîst dike bigre. Tedbîra herî girîng a ku min girtiye ev e. Asta azadî ya ku ez li ser tehlîl û têkiliyan ferz dikim, mîsoger ji piştrastkirina vê re têr e. Ev jî şerek e, bi pevçûyîn û dem dem jî bi lihevkirinê ve tê meşandin. Ger erk neyê piştçavkirin, mîsoger dê partî qezenc bike. Lewre ger şer tê meşandin dê bê qezenkirin.

Tişta ku em jê re dibêjin azadkirina di nava partiyê de çi ye? Hun bi me re di nava têkiliyan de ne, bi gelemperî tevahî PKKger û tevahî qadên pevçûyînê di nava têkiliyên diyar de ne, lewme girêdanên wan hene. Rêberî li vir çi dike? Dibin navê Rêberî de kesekî çawaye ku dikare kadroyan rêve bibe û dibe? Divê hun careke din jî, li dîroka partiyê binêrin. Tevî nebesî û girêkên kor, çawa ev kar ew qes hatin pêşxistin? Bi du gotinan çawa gihişt tehlîlên tevlîhev? Îstixbarata çîna serdest a darbe li tevahî raperîn û rêxistinên mixalif xistiye –em di roja me ya îro de ji vê re bêjin kontra- weke tevahî rêxistinên din hilweşandibû, çawabû ku nikarî PKK hilweşîne, bi perçekirinê ve bêserkeftin nehişt? Divê mirov van bihizire. Cara yekem li vir serkeftina li hemberî dewlet û baskên wî yên ku dirêjî nava şoreşê kiriye mijara gotinê ye.

Dema em vê şêwaza têkiliyên azad pêşdixînin, em tenê tehlîla bandorên dijmin ên yekser û neyekser, dîsa bandora taybetmendiyên eşîretger-feodal û bandora nêzîkatiyên malbatê nadanin holê, em vê hîn zêdetir kûr dikin. Divê hîn zêdetir em bersiv bidin ya rast. Em şûna mijara ya ku bê hilweşandin divê çi bê kirin tenê di asta leşkerî û siyasal de nagirin dest, em vê heya têkiliyên dûkesî kûr dikin. Divê her cûreya asta têkilî û nêzîkatiyên bihevalanetî çawa be? Weke şêwazê têkiliya herî xweza di civakê de têkiliya malbat, di malbat de bi taybetî têkiliyên jin-zilam an jî dema anîna vê ya di nava partiyê de dibe mijara gotinê, em tehlîlan dadixînin asta azadiya giştî, têkiliyên jin ên azad û weke têşeya vê ya xweser dadixînin asta têkiliyên di navbera jin-zilam. Ji ber ji bo em şer hîn zêdetir pêşbixin derkete holê ku divê kesayet bê azadkirin. Ji bo kesayet jî bê azad kirin divê têkiliyên malbat û jin-zilam bê tehlîl kirin, derbaz kirin û asta zanistiya azadiyê bê kûrkirin. Jin her ku diçe bi hejmareke zêde tevlî refê, azadiyê dibin. Saziyeke malbatî ya ku jê tê bazdan heye. Lê şûna vê tê xwestin çi bê dagirtin? Her roj têkiliyên ku perçe dibin hene. Şûna vê tê xwestin çi bê pêşxistin? Divê em şer di vî alî de jî bigrin dest. Em li dijmin dixin, em bermayîyên feodal perçe dikin û belav dikin. Lê şûna wê em dê çi, çawa damezrînin? Em ji vê re welatekê azad, civak û gelekî azad, kesayetên ku azadbûne, jin û zilamên azadbûne ve dibersivînin.

Wihaye ku ev jî gelemperiyek e. Ger bi gelemperiyan ve hertişt çareserbûba, wê demê şoreşa me dê ji zû ve gihiştiba encamê. Xalên pir gîrîng ên divê di şexsiyeta jin de bê tehlîlkirin heye û me hinekê ev kar pêş de bir. Di tevahiya dîrokê de jin çawa hat windakirin, jina ku kişandine malbatê di heman demê de çawa kişandine koletiyê, herku kirin malê şexs çawa ji azadî û ji şexsiyet hate dûrkirin, herku ji pêkhatinên dînamîk ên civakê hate dûrkirin çawa herku çû kete rewşa girêdayî, ev tevahî bi berfireh hatin vekirin û me danîn holê. Hat fêmkirin ku ev ne weke pêwîstiya binesaziyeke xwezayî ye, bi çînbûn û bişeristanîbûyînê ve pêşketiye.  Çawa mêtingerî û zext li ser van gelan û netewan pêşxistin, hinek li jor de û hinek jî lewaz kirin, di nava zayendan de jî heman zext çêkirine. Lewre weke her aşîretê ku rizgarî û azadî dixwaze, heta weke her gel û civakan, erka jinê heye ku zayenda xwe jî rizgar bike. Dema bi şoreşê ve rizgariya netew û çînahî çêbû, dikare bê gotin wê demê asta jinê jî dê nêzî wekheviyê ango rizgariyê bibe. Di rastiyê de ev giştîkirin li gel rastbûnê, têr nîne. Wêdatira wê, di nava dorhela partiya me de di têkilî di wesfeke bê ferasat in, bê dengene, ne wekhev in, ji coş û ji hezkirinê dûr in, erzan, tewanbarker, girêdayîne, dixe û difetisîne de ye.

Civaka me dema girêdaniyên malbatî çêbû, têkiliyên bi jinê re rewa dibînin; yan jina wî ye, ji ber vê her cûreyên têkiliyê rewa dibîne, yan jî mirovê wî ye, an keça wî ye, an jî xwîşka wî ye, têkiliya xwezayî çêdike. Ev jî di asta peyvîn û nîqaşan de ye û pir bisînor e. Çi jinek nikare bi zilamekî din ku ne mirov ê wê ye,  ne jî nêzîkî wê ye re bipeyve, ev tewanbariyek e. Ji xwe weke ji jinê re tê gotin “xwe têkilî karên ji bejna xwe mezintir neke” nayê hizirîn ku jin xwe têkilî van karên tê behskirin bike. Pîvanên jin ên wisa hatine rûnişkandin ku çi qas kêm biaxive, çi qas bê tevgerbe, çi qas nîqaş neke, çi qas bîryar negire û nebe xwedî hêz, ew qes baş e. Heta mal mulk ne ji bo wê ye. Ji xwediyê xwe re serî tewandin, li gorî xwediyê xwe bûyîn û weke kole pêve hatina girêdaniya jinê ji civaka me re weke erdem hatiye daqûrtandin. Têşeyên girêdanên wisa hîn pir zû em veciniqand in û demeke pir dirêj em mijûl kirin. Jiyaneke ku ew qes kesan biçûk dixîne, wî tu tişt dihesibîne talûkekar e. Yan jin heyînên pir ketîne û divê wisa bên pênasekirin, yan jî ger ne wisabin wê demê divê ji wan re mafê wan bên dayîn. Dema em tên roja me ya îro, van şoreşan hîn zêdetir jin anîne rewşeke ku nayên nasîn, ew hîn zêdetir anîna asta herî jêrtir û ew anîne rewşeke ku nayên naskirin. Wisa ku çi nemeye ku em jî vê xwezayî pêşwazî bikin. Tê gotin “Tişta ku jê re tê gotin jin jixwe heqkerya vê ye”.  Dema em şoreşeke cîdî ya civakî dihizirin aşkereye ku divê em pirsyarên weke “gelo wisa ye, an ne wisa ye?”  li xwe bikin. Ma gelo jin pespaye (alçak) yeke ku ev heq kirye ye? Na ger newisabe, wê demê çawa ew kirine vê rewşê? Ger ev rewş ne Ji ber mercên xwezayî, Ji ber mercên civakîbe, ev kîjan mercên civakîne? Ger ev karekî pêvajoya dîrokî be, ev dîrokeke çawa ye? Ger pirsgirêka rizgariya civakekêbe, divê ev rizgariya civak çawa bê hizirîn, divê bernameyeke azadî û rizgariyê çawa bê çêkirin? Ji vê wêdetir, divê rixistin û çalekiya vê çawa bê pêşxistin? Heya em ji van pirsyaran re bersiv nedin, em nikarin behsa hevoka şoreş û têkiliya azadiyê bikin.

Me got “şoreşeke ku jin tevlî nebe nikare serbikeve” û ev rast e. Lê hun dê çawa jinê bixin nava şoreşê? Ma hun dê weke koleyekê, an weke koleyeke ku girêdayî kole bixin nava şoreş ê? Ji ber tevahî jinên ku têne nava refên me pêgirtîne. Ma rêxistineke ku ew qes girêdayîn di tê de heye dê çawa bibe rêxistina azadiyê, jinên ku azadiyê dixwazin dê çawa azadiyê bidestxin? Zimanê jinê azadiyê dixwaze, lê têkiliya wê têkiliya koletiyê ye. Di vir de durûtî heye û ev nakokiyeke xerîb e. Ji ber vê min pêwîstiya kûrkirina tehlîlan hîs kir.

Em li dijî bihevrebûnên (birliktelik) jin-zilam in. Her cûreya bihevrebûn, ger berjewendiyên şoreşê liber çavan digire dikare bê hizirandin. Lê me dît ku tevahî têkiliyên ku dibin navê bihevrebûnê hatine pêşxistin li ser seran bûye bela. Ev bihevrebûn têra tasfiyekirina partiyê dike. Ger şexsiyetek neyê tehlîlkirin û neyê zelalkirin bê vîna xwe dikare partiyekê tasfiye bike. Di jineke ku di gotinê de azadiyê dixwaze lê di kirdariyê de koleye de, em devjê berdin bila ji bo xwe azadiyê qezenc bike, dibe bi lafazantiya xwe, seranserî û xapandina xwe bixe nava partiya me de; dema ev serxist û bi vê girêdaniyê ve tevlî nava partiya me bû dê wê demê jiyaneke kolebûye, asta têkiliyên di nava partiyê de yên ji azadiyê dûr û mîlîtaniyeke windakirî derbikeve holê. Rêxistinên din hinekê jî Ji ber vê sedemê windakirin e. Di asteke girîng de girêdaniyên di têkiliyan de û lewaziya asta azadiyê him rêxistin û him jî ew bixwe birine nava windakirinê.

Wê demê şêwazê têkiliya azad dê çibe, çawa be? Ev, bi rewakirina şêwazê malbata kevnar ve çênabe. Di civakê de dema jin û lawik gihiştin bîst saliyê lihev dikin û dizewicin. Ev, ji bo wan çareseriyek e. Di vê wateyê de malbata kevneşopî, piştevaniya herî mezin a mêtingeriyê û çavkaniya herî bikok a pirsgirêka ye. Faşîzma 12 Îlonê jî hîndî jê hat ev belav kir. Zewac weke têkiliya herî koledar ferz kir. Ji ber pirsgirêkên malbatî wisa li civaka Kurd kir ku nikaribe Ji ber van pirsgirêkan serê xwe rake. Gelek kesên ku hatine nav me de jî ji vê nexweşiyê paya xwe girtine. Hema hema her kes di vê mijarê de nizane dê çi bike û çawa bijî, xwe bi gotina “Em azadî dixwazin, têkiliya azad dixwazin” ve têr dibînin. Ma dê hizr, şêwaz û uslûba wî/wê, girêdana wî/wê ya bi nirxan ve, girêdana wan ya bi rastiya şer û partiyê ve, heta girêdana wan ya bi welatpariziyê ve çawa be? Heya nirxandinên di vê hêlê de pêşnexîne, nikare ji pêşerojekê re gaveke yek mîlîm jî biavêje. Ji hewesan re derî vekirî hiştin, têra tunekirina partiyê dike. Têra dike ku dibin navê şoreşgeriyê de, bi têşeyên têkiliyên ku ji têkiliyên civakî jî dûr hevdû tunebikin.Madem civak ew qes xirapker e, dixîne û koledarkar e, madem nêzîkatiyên di nava rêxistinê de eynika vê civakêye, wê demê ya rast çî ye? Tehlîlên jin û malbat bi vê armancê ve hate pêşxistin û ev pir bi kok hate destgirtin. Weke tehlîla olekî, netewekî, şerekî, me jî tehlîla jin pêşxist. Ev ne karekî wisaye ku bi hestên erzan û bi heveseke sivik ve bê destgirtin û biçe serkeftinê ye. Bi gotina “Ez pir hez ji te dikim, me lihevkir û me têkilî danîn” ve tucar nêzîkatiyeke cîdî nayê pêşxistin û çareserî nayê dîtin. Di inkargeriyeke ku dibêje “Ez a niha te nahizir im”, an jî nêzîkatiyeke derbazdar a dibêje “Şoreş e, em dixwazin em wisa îdare bikin” de jî aliyekî azadger tuneye. Wê demê rastî dê çawa bê dîtin?  Divê hêlê de tehlîl xwedî watene. Em ji tiştên rast re an jî ji xalên ku bên ecibandin re vekirîbûnan tînin. Tecrûbeyên ku hatine jiyîn dide nîşan ku ev rast e.

Ger tê xwestin ku di têkiliyên jin-zilam de astek bê afirandin, pijandin, cîdiyet, wekhevî, azadî, hezkirin, rêz, hêz û asteke ku zû bi zû pê nayê lîstin bê afirandin, berya hertiştî beyî ku mirov bikeve pey hest û ajoyên erzan, berya hertiştî em neçarin fêmbikin ku ka em di pîvanên hevalanetiyê de ji yekitiyê re hene an nînin. Herçend ez di vê mijarê de xwedî israrbim jî, bigelemperî tevahî hevalên me dibêjin “Em biçekê feodal bimînin, em bandorên eşîr û malbat bijîn, em bandora Kemalîzmê bijîn; ola me, mezheba me, zayenda me û cibiliyeta me em fêrkirine vê, exlaq û kevneşopiya me em wisa mezin kirine”. Yekser ev tevahî nayên derbazkirin, lê ger hun ji van tevahiyan gazincan dikin û hun wêdatirê vê dixwazin, divê hun bizanibin tiştên kevin derbaz bikin. Ji ber yên ku gazincan dikin, di zoratiyê de mane û teşeya têkiliyên hîn pêşketî dixwazin hun in. Wê demê hun çima xwe ji pêwîstiyên van re nadin razandin? Ango hun çima xwe nagihînin pîvanên mîlîtaniyê? Berya hertiştî şoreş, hevalenetî, rêxistin, şeri artêş, welatparêzî û têkiliyên partî tên. İncex piştî wê şûndatir wateya hevokên weke tu çi qas bedewî, çi qas evîndarî, tu çi qas xwedî hestî, tu çi qas hêjayî, soylî çêbe.

Tevî em tevahiya van destnîşanda dikin (vurgulama) jî, nirxandinên giştî xwedî nêzîkatiyên erzanin, dixîne, dihilweşîne, fetisînok e, biçûk dixîne, axager û koledar e. Nexwe pêşxistina têkiliya rast têkoşînê dixwaze. Ango şêwaza têkiliya hêsan nîne. Lewra hevalanetî şerê herî berfireh û zêde îfade dike. Tevî ez hatime vî emrê xwe, ez di van têkiliyan de narevim hêsanbûn û seranserbûnê. Ango şêwaza têkiliya kevnarî, inkarger û seranser ne têkiliyeke ku ez jê re giramî (îtîbar) didim, ez giramî nadim. Ez şêwazê şoreşger, hevalanetiyê diceribînim. Ev şêwazekî pir zor e, lê rêdixe, partîbûnê pêşdixîne û dide şerkirin, di vê wateyê de xweşik dike, dide hezkirin. Nexwe ez şêwaz girîng e. Di vê wateyê de Rêbertî tehlîlger e. Ev, hêz dixwaze, ya herî girîng jî ji bo hêz hewl dixwaze û ez vê jî bi tecrûbeyên salan re dixim yek û vê pêktînim. Encam, keça gundî ya ku heya duhû jî gotinek nedikarî bêje, îro bêtirs, bi tena serê xwe derdikeve serê çiyan. Di wateya wesfî û çandahî ji zilaman zêdetir bi hezaran keçik tevlî şoreşê dibin. Nexwe ez erzan nêzîk nebûme, ji şêwazî kevneşopî û inkargeriyê tu şûn nîne. Ji ber vê sedemê eleqe zêdeye, tevlîbûneke pir cîdî heye, mirinê didin berçavên xwe. Bi hezaran weke îfadeya sembola neradestbûnê bi bombeyan xwe perçe dikin. Ev nêzîkatiyeke pir mezin e. divê em baş çareser bikin ku ev çima wisa ye. Ev tevlîbûna ji têkoşînê re, tevahî tiştên xwe danîna holê ji bo çiye? Divê mirov nirx bide vê. Ger mirovekî jiyana xwe danîbe holê, ger derketina wê ji jina kole re reaksiyone, divê hun baş li ser vê bisekinin. Hun dê ji bêperwerdehiya wê re, ji bêbernamebûna wê re û ji bêrêxistinbûna wê re bibin çare.

Keç û lawikekê gundî pir zêde rêzê nizane; bi zimanê kevneşopiyê ve dikarin yek du hevok bêjin. Ev ji hevdu re pir biyanî ne. nikarin du hevokan bînin gel hev, bipeyvin. Tucar nikarin bihevrebûneke bitendûrist bihizirin. Bi nêzîkatiyeke çors a zeyendî ve, herîz êde dikarin bêjin bûneyek. Kesekî ku di nava şoreşê de bilindbûn, jiyaneke siyasal, civakî û çandî digere çawa dikare xwe terkî vê çorsbûnê bike? Ma di wateyekê de şoreş nederbazkirina vê çorsbûnê, vê nêzîkatiya gundîtî ye?

Li gorî gotinê nîvya civakê jî têkiliyên bûrjiwayê biçûk damezirandiye, lê her derê wî diweşe. Bêpîvan û bê planin. Weke di navaroka têkiliyên wan de tişteke pir cîdî nîne, armanc jî li tê de nîne. Ev, di encama hestbûnên seranser çêbûye. Yekitî û tatmîna vê ya çêdike çi ye? Lewra şêwazê têkîliya wisa jî çareser dibe. Çareseriya PKKê kûr e. Keçika gundî jî, yê ji zanîngehê hî, yê zewicî jî, yê nezewicî jî dibêje “Çareserî di PKKê de ye”. Herwiha jî tevgereke jina azad derdikeve holê. Di vê wateyê de şêwaza ku zilam vedixwîne wekhevî û azadiyê, wî digûherîne û pêşdixîne tê jiyîn. Em dikarin vê gaveke din jî pêşbixînin? Em nêzîkatiyên kevneşopî tune dikin, dixin bin erdî, em inkargerî û biçûk xistina jinê didanin aliyekê. Em seranseriya jî pir zêde bi giramî nakin. Tevî vê jî ji şoreşê re herikîn pir zêde ye, bêrîkirinên rizgarî û azadiyê re pir dorfireh in. Ev gavek e, destpêkirinek e.  Ger em xwe bi vê re têr bibînin, wê demê em dê xirabiya herî mezin li xwe bikin. Ger em ji ew qes daxwaziyên azadiyê re derketinek û çareseriyekê nebînin, ger em jê re nebin bersiv, ger em bi gava duyemîn asta partiyê pêşnexin em dê xirabiya herî mezin bikin.

Divê çareseriya di gava duyemîn de bibe çi? Me heya niha zemîn ji azadiyê re vekirî hişt. Me di vê de baş kir. Herkes azad tê. Kesek ne mal, jin, kole û evîna erzan ya kesekî ye. Bila di wargeha PKKê de berya hertiştî jin azadiyê bijî; bila bê xaleke wisa ku bêje “Ez kesayet im, ez dihizirim, nîqaş dikim, ez biryar didim”. Ev gaveke bingehîn û girîng e.  Heya em vê gavê nedin avêtin, divê em derfeta xwe veşartin û xwe bimaskekirinê ve têkiliyan ji rêkê derxistinê nedin kesekî. Ger zilamek ku ev zilamê we jî be, heya hun wî nekişînin xeta hevalanetiyê, bi taybetî jî divê hun xwe nekin amûra têkiliyên wî yên ku şêwaza koletî û xistinê derbaz nekirye. Bi qasî dixwaze bila bêje “Ma tu ne mal, milka min î, ma tu li gorî kevneşopiyan, heta zagonan ne jina min î”. Divê hun bêjin “Zagona çi, m amalê te heye, ma kevneşopî ma, ma ev ji bo me nekoletiye? Bibe heval, şarta min ev e”. Ew, dê bêje “hestên min hene, ez bi te ve girêdayîme”. Helwesta ku mirov li vir bikevê divê helwesta mîlîtanbe. Divê bê gotin “Destpêkê bibe mîlîtan, bibe hevalekî xwedî rêz”. Ev, nêzîkatiyeke ku mezin dike ye.

Hun dikarin bipirsin “Nirxandin rast in, lê di pratîkê de dê pêkhatina vê çawabe?”. Ji ber bi giştî zilam hişk û jin jî hatiye kolekirin, jin hertim stûyê xwe dadixîne û pir esan dûr dikeve. Tevdîrên ku me di nava partiyê de girtine Ji ber vê sedemêne. Bi taybetî şexs dê azad be, dê bibe heval. Di çiyan de hema hema li tevahî cihan jin û zilam li gel hev in. Dibêjin “Heval, ma agir û barût li cihekî de dibin?”. Ev nêzîkatiyeke çors e. Li holê ne agir ne jî barût heye, li vir mirov, azadî û şerefa mirov heye. Ev, ji agir û ji barût hîn zêdetir girîng e. Mafên ku hatine windakirin û şexsiyetên ku hatine windakirin bi ajo, agir û barût ve îzah kirin tu tiştekî derbaz nake, windakirinê derbaz nake. Ji ber yê ku rûmet û şeref dixwaze hun in.

Ma em dê çima xwe bi têkiliyan biêxînin? Çima em dê xwe bişewitînin? Ev, şêwazê têkiliya hovane ye. Li hemberî wê/wî berendameke/î hevalanetiyê –pir bi nirx- heye, lê ew bi hestên hovarde lê dinêre, eleqeyeke hov dide nîşan. Ger ev keçeke ji rêzê ya gundîbe, mêrekî gundî tîne bîra xwe, ger zilamekbe dê bêje “Gelo ez çawa vê çewisînim, tune bikim, wê bixim mal û milka xwe”. ev nêzîkatiyên pir kirêt û çors in. Divê têkiliyên di navbera mirovan de ew qes erzan nebe û divê em xwe bi erzan ji vê re ne terikînin.

Ez li vir nabêjim ka werin em li vir her carê stranên evînê bêjin, em hertim stranên stranên evînê biqîrin jî. Em ji nêzîkatiyên wisa yên erzan dûr in. lê em dê bizanibin xwedî rêzbin, em dê fêmbikin ka zagonên hezkirinê çine. Me diyar kir ku têkiliyên erzan çênabin. Ji hev du re heqaret kirin, hev du inkarkirin jî çênabe. Ji ber wêrekî daye nîşan ku bê tevlî şoreşê be, jiyana xwe daniye holê. Hun dê bêjin: mirovê ku tevlî şoreşê bûye mirovê xweşik e; vê/î mirovî/ê gava xwe ya yekemin avêtiye, şer daye ber çav, xwe li cihekî feda kirye, ev miroveke/î xweşik e. Hun dê bêjin zanist e,  ji rêxistinê fêmdike, mirov dikare bi vî/ê mirovî/ê re bipeyve, herku diçe ev mirov dikare bê hezkirin. Herwiha girêdana hezkirinê jî dê pêşbikeve û ev xweşik e. Tu aliyeke vê nîne ku neyê fêmkirin, tu aliyê vê yê ku neyê ecibandin jî, çênabe.

Divê êdî di asta mîlîtan de ev pêkwere: Tevahî têkiliyên we zelal bûne, divê di şêwaza zanist de be û ji azadiyê re xîzmet bike, heta xwe bi xwe bilind bike. Divê ev, di bûyera hest û hezkirinê de jî laş bibîne. Ango divê êdî hun fêmbikin ku ka hest û hezkirina çi bilind dike, kîjan hest û ajo dixîne. Di têkiliyên zilam de nêzîkatiya ku we ji çapa we de bixîne çiye? Azadiya ku we birêxistin bike çiye? Divê hun van ne bi dana axaftina hestên xwe ve, bi taybetî bi zanist ve fêmbikin. Ji ber yên di rewşeke wisa de binpê bibin an qezenc bikin hun in. Ji ber vê hun neçarin bibin xwediyî rêgez, him jî bi kirdariyê ve asta pêşketina xwe bidomînin. Zilam desthilatdariya xwe li ser têkiliyan de ferz dike, nêzîkatî û hestyariya we firsend dide vê. Rêka ku vê vale derxîne an jî rêka ku hun xwe pê bidin pejirandin bûna xwediyê rêgaz e, nêzîkatiyên we yên pir zêde rê ji hestan re naveke, şexsiyeta we dide pejirandin û zilam diguherine ye. Heta hun neçarin ji pirsyara zilamekî çawa re bibin bersiv.
Dema we ji xwe re nêzîkatiyên azadiyê esas girt, wê demê hun bi rastiya partiyê ve, bi welatparîzî û rastiya şerê wî ve girêdayîne û hun pêwîstiyên wê tînin cîh. Binesaziya nêzîkatiya azad ev e. Ger hun hinde din pêşbixin, dê aşkere bibe ku divê têkiliyek çawa bi zilaman re –ev dibe ji bo tevahî cûrên têkiliyan jî derbazdarbe- bê pêşxistin, bi perwerde û rêxistinê ve çalekî, pêwîstiya îfadeya wê ya azadiyê derbikeve holê û aşkere bibe. Ku aşkere jî bûye. Bingeha nêzîkatiyên hestiyarî jî hatine vekirin û ew danîne holê. Zilam di nava vê rastiyê de ji rastiya jinê re xwedî rêz e û herkes girêdayî rastiyên bingehîn in. Encama ku ji vê bizê bûyera hest û hezkirineke bilind, birûmet e. Çi elaqeya vê bi fitne fesadiyê ve, bi xerakirinê ve, bi xwe li ser hev ferzkirinê ve nîne. Berovajî, bûyera hezkirin û eleqeyê –mirov bi eleqeyeke mezin ve bi hev ve girêdayîne-  berovajî şîrovekirinê ve ji bo armancên xwe yê kesî bikaranîn, ji xwe re kirina mal milk, nêzîkatiyên weke “Ya bi min ve girêdayî jin an zilam e, ez dikarim çi dixwazim bi wî/ê re bikim, ger ez bixwazim ez dê kar bikim, ez bixwazim ez dê bixûrifim, ez dê xwe biavêjim erdî û karnakim” pêşkêşkirin nayê efû kirin; ev nêzîkatiyên ketîne. Divê tu têkiliyên hezkirin û hestan nebe ketineke wisa. Ku dema bir jî jixwe em ji vê re nabêjin hezkirin û hest, em dê bêjin tasfiyegeriyeke ku ji bo ajo, ezezî û qaprîsên xwe yên ketî didin meşandin e.

Encam, nêzîkatiyeke pir bi nirx e;  hezkirin û rêza rast e; ger hêza we hebe, di rêka evînê de pêşve çûyîn e. Cewherê zanist ê vê karê ev e. Weke pêwîstiya bi vê ve lîstin, ev berovajî kirin, gotina “Min liber xwe neda, min tehlîl nekir, ez xûrûfim” bi vê ve xapandinê nîne, bi taybetî di nava artêşê de ketina nava sivikiyên wisa jiyana mirov ji destê mirov derdixîne. Ji bo şoreşgerekê hezkirin û nêzîkatiyên çavkaniya xwe ji vê digire ji çavan xistin û ji asta wê xistin bê exleqî ye. Li gorî pêwîstiya rêzikname kevneşopî, inkargerî û seranserî dana axaftin, ev him ji bo exleqî him jî ji bo şoreşgerî di nava artêşê de dana axaftin bê guman tewanbariye û ev dê bibe darezîn ê. Ku ev nehewce ye, Ji ber tu aliyê wê yê bilind bike nîne.

Azadbûn, Di Wateyekê De Hêza Nîqaşkirin, Bîryar Girtin Û Meşandina Têkiliyên Di Navbera Kesayetan De, Îfade Dike  – Beşa 1 –

 

Reklamlar