Li Kurdistanê Qirkirina Aborî Û Parastina Cewherî Ya Aborî – 3

7

Aborî, di civakîbûna mirovan de xwedî rolek navendî ye û ji bo ku di wateya rasteqîn de bibe xebatek civakî, divê taybetiyên civaka exlaqî û polîtîk bêne parastin. Bi aboriya komunal Mezopotamya di şertên me yên îroyîn de dikare..

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Öcalan

B-Wekî Parastına Cewherî Ya Aborıyî, Aborıya Komunal

“Li ser deştên Mezopotamyayê ku di dîrokê de gelek civak têr kirine û 15 hezar salan ji civaka neolîtîk re dayîktî kiriye, çima niha bêkarî, birçîbûn û xîzanî zêde ye? Heke hemleyek ku di armanca wê de kar tuneye bê plankirin, di şertên me yên îroyîn de dê 25 milyon kesan bi rehetî xwedî bike û zêde jî bike. Tekane pêdiviya van deştan û mirovan ew e ku li şuna destê sermayeyê yê nahêle kar bê kirin, ev destê (pêkanîna bi destê dewletê an jî taybet ferq nake) ku tekane sedema bêkarî, birçîtî û xizaniyê ye, ji pêsîra wan vebe. Tişta ku pêdivî pê heye, rasthatina destê kedkarên rasteqîn û axê ye; tişta dê fersendê bide vê yekê jî pêkanîna şoreşa zîhnî ya civakî ye; wekî raçînk û dezgehên bingehîn, ji nû ve bi fonksiyonkirina exlaq û polîtîkaya civakî ye; ji ber van sedeman bi çar dest û çavan, bi mejiyên rasteqîn re beza ber bi peywîrê ve ya siyaseta demokratîk e.”

Pênasekirina Aboriya Komunal 

Civak ji bo ku pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bike, derfetên ku xweza dide bikar tîne. Vaye ev hemû xebatên hilberînê yên bi zanebûn ên civakê di çarçoveya aboriya komunal de ne.

Aborî di civakîbûna mirovan de xwedî rolek navendî ye û ji bo ku di wateya rasteqîn de bibe xebatek civakî, divê taybetiyên civaka exlaqî û polîtîk bêne parastin. Yanî aboriya komunal qasî ku karê divê bêne kirin diyar dike, bersiva ka dê ev karên hanê çawa bên kirin jî dide.

Çima Aboriya Komunal?

Hêzên ku di rastiya xwe de li derveyî-dijî civakê û her wiha li dijî-derveyî aboriyê ne, dema dest avêtin qada aboriyê, ew kirin navenda şerê xwe yê li dijî civak, takekes û xwezayê dimeşînin. Ev êrîş heta roja me ya îro didome. Yek ji encamên herî bingehîn ên van êrîşan ew e ku civak ji aboriyê dûr xistiye û têkiliyên aboriyê û xebatên wê ji aliyê yekdestiyên (tekel) desthilatdariyê ve hatine dagirkirin. Di pêvajoya civakîbûnê û belkî jî ji tevahiya wê zêdetir kûrkirin û berfirehkirina vê dagirkerî û kedxwariyê, di dema nûnerê dawî yê şaristaniya dewletî, ango di dema modernîteya kapîtalîst de hatiye pêkanîn. Di ser de jî, ev yek bi berevajîkirina têgehên wekî demokrasî, azadî, mafên kesayetî, piyaseya serbest û gelek têgehên din pêk anî.

Li gorî vê rastiyê, ji bo ku aborî bigihîje cewhera xwe, yanî ji nû ve ji pêşveçûna xwezayî ya civakê re xizmetê bike, divê di wateyek rasteqîn de bînin astek qada civakî. Aborî çiqas dibin kontrola di serî de afirînerên wê yên rasteqîn jinan, dibin kontrola hemû hêz û derdorên civakî yên li derveyî aboriyê hatine hiştin, bi giştî civak û hemû endamên wê de be, dê ewqas wateya xwe bibîne. Di aboriya komunal de, hemû pêvajoyên têkilî û qada aborî, her wiha xebatên aborî di bin kontrola civakê de ne. Ev pêdivî çine, pîvana van pêdiviyan û taybetiyên wan çine, ev dê bi kîjan rêbaz û amûran, li gorî kîjan rêgez û pîvanan bêne pêşwazîkirin? Civak dê rasterast bersiv û biryara van mijaran bide, van biryaran pêk bîne û encamên wê binirxîne.

Têkiliya Di Navbera Aboriyê û Qadên Din ên Civakî de 

Rastiya “çêbûyîn bi hev re ye”, bi awayekî herî zelal di civaka mirovan de tê dîtin. Ev rewş ji bo qada aboriyê jî derbazdar e. Hebûn û şixulandina aboriyê, bi qadên din ên civakê re di nava têkiliyek yekgirtî-bihevre de ye. Yanî aborî, qada yekemîn û bingehîn a xebatê ye ku mirovan li dora wê xwe birêxistin kir e. Li gel vê, aborî ne qadek wisa ye ku ji qadên din cuda û bi tena serê xwe dibe bersiva her tiştekî. Berevajî vê, ger ku bi qadên din ên jiyanê re di nava têkiliyê de bê nirxandin, dê wateya xwe bibîne û dê wateya qadên ku têkiliya wê pê re heye, dewlemendtir bike.

a-Têkiliya Aboriyê û Civaka Demokratîk, Siyaseta Demokratîk

Aborî, bi cewher û şeklê birêvebirina xwe re xebatek civakî ye. Xebatên dibin destê dewlet an jî kesan de, ji aliyê wan ve tên arastekirin, kontrolkirin û jê re tê gotin “Aborî”, têkildarî aboriyê nabin. Lewre, ev xebat ancax dikarin bibin xebatên li dijî aborî û civakê. Di wateya rasteqîn de aborî, ji aliyê civak û komên xwedî hişmendî û birêxistinbûyînek demokratîk ve tê birêvebirin û kontrolkirin. Ji bo ku aborî bibe civakî jî, divê di civakê de çanda demokratîk û komunal pêş bikeve û sîstema rêveberiya cewherî ya demokratîk bê avakirin. Lê ev rastiyên hanê ji hev cuda nîn in, di nava hev de ne.

Civakên ku rêveberiya wan a cewherî û demokratîk pêşketîne, aboriya wan, yanî çanda wan a madî jî pêşketî ye. Di vê mijarê de çanda çandinî û gundewariyê ya serdema şoreşa neolîtîkê, mînakek ku dê her tim di hişê mirovahiyê de cihê xwe bigire ye. Civakên ku xwedî rêveberiya cewherî nîn in, an rasterast dikevin bin bandora desthilatdariyek biyanî yan jî dikevin bin bandora desthilatdariya herêmî ya hevkarê hêza hegemon. Di vê rewşê de mirov dikare ji civakek wiha re bêje “civak”, lewre jî me mumkun e ku ev civak li ser qada aborî û xebatên wê jî xwedî mafê gotinê be. Kurdên ku şoreşa neolîtîk pêk anîne roja me ya îroyîn jî di nav de, ev demek dirêj e trajediyekê dijîn. Sedema bingehîn a vê trajediyê jî qelskirina taybetiyên wan ên civaka exlaqî û polîtîk, her wiha durxistina ji mekanîzmayên rêveberiya cewherî ye. Sîstema rêveberiya cewherî ya demokratîk, li gorî qada cîwarbûnê û civaka wê, ji birêxistinkirinên wekî komunên gund û taxan, konseyên bajaran, meclîs, kongreya gel, kongreya gelan/netewan pêk tê. Di çarçoveya ku civak xwe bi awayekî demokratîk ji nû ve ava bike de, her komek li cîwarê xwe rêveberiya xwe ya cewherî birêxistin dike. Di çarçoveya van birêxistinkirinan de, civak qaîde û pêdiviyên giştî yên xebat û têkiliyên aborî diyar dike, biryaran digire, yekîneyên ku dê van biryaran bicîh binin û kesan peywîrdar dike, xebatên vana vedinihêrîn e. Li aliyekê li her cîwarekê hemû endamên komekê dikarin tevlî hemû pêvajoyên xebata aborî bibin, li aliyê din, di navbera koman de qada aborî, têkilî û xebat jî di bingeha demokratîk de têne birêkûpêk-kirin. Di çarçoveya sîstema rêveberiya cewherî ya demokratîk de birêkûpêk-kirina aboriyê, di heman demê de dê rê li ber veke ku aborî bi qadên din ên civakê re têkiliyek rast û temamker çêbike.

b-Têkiliya Aborî û Çanda Manewî 

Çanda manewî zîhniyeta civakê ye, çanda madî jî şeklê wê bûye binyatgerî ye. Bandora ku çanda madî û manewî li ser hevdû çêdikin, di qadên wekî pêşveçûna ziman, hêza ramanê, bawerî, terzê jiyanê, tevgerên mirovan û taybetiyên kesayetiyê, şeklê têkiliyên civakî, govend, huner, wêje, wergirî (kapsam), naverok û şeklê xebat û tekiliyên aborî yên civakê de xwe nîşan dide.

Bingeha çanda madî ya civaka Kurdistanê jî, aboriya girêdayî xebatên çandinî û sewalkariyê ye.  Babikên (Kabileyên) proto-kurd (bab û kalên kurdan) ku şoreşa neolîtîk pêk aniye, bi saya çanda çandinî û sewalkariyê ku vê şoreşê derxistiye holê, civakîbûna xwe çêkiriye. Vê çanda madî, li ser çanda manewî jî bandorek diyarker pêk aniye. Di kurdiyê de gelek têgehên kok ên wekî “Kom (yekîtî, komik, bihevrebûn), civîn (hatina ba hev), xweza (di wateya xwe afirandinê de), dê-dayîk (ya ku dide, di afirîne, xwedî dike), ax, jin-jiyan” hene. Ev têgehkirinên ku balê dikişînin ser xweza, çandinî, dayik û civakê, ji bo koma ziman a Aryen hemiyê jî derbasdar e. Li gel vê yekê, di govenda Kurdistanê de nexş û nimûşên bingehîn jî, bûyer û rastiyên têkildarî ked-dayîn, bikaranîna axê, çandin, debr ên dikevin çarçoveya qada çandiniyê ne. Di wêjeyê de jî, ev tişt hene, li gel vana mijarên wekî pevçûnên di navbera eşîretan de, zulma axayan û dagirkerên biyanî, berxwedan û lehengiyên li hemberî vana, xweza û pîrozî û bedewiya tiştên li ser xwezayê yên ku civak û xwezayê vedibêjin jî hene.

Zîhniyet û Wateya Aboriya Komunal 

Aboriya Komunal, wekî perçeyek şeklê hebûna exlaqî û polîtîk a civakê, li gorî paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparastiya zayendiyê tê avakirin.

a-Rêgeza Demokratîkbûnê

Hemî pêvajo û xebatên têkildarî aboriyê, ji aliyê civakê ve tên diyarkirin, pêkanîn û birêvebirin. Yanî ji bo ku civak jiyana xwe bidomîne, derbarê mijarên wekî, “pêdivî bi çi heye, ji bo pêşwazîkirina vê pêdiviyê sînorê hilberînê çi ye, ev hilberîn dê çawa û bi kîjan rêbazan, li ku derê û bi tevlîbûna kê dê pêk bê, berhemên têne bidestxistin dê li gorî kîjan pîvanan û çawa bêne parvekirin?” de civak bixwe biryarê dide. Hemî endamên civakê li gorî hêz û qabîliyeta xwe, li gorî pêdiviyên civakî tevlî xebatên aboriyê dibin. Di vê rewşê de tu kes bêkar namîne, her wiha ne mumkun e ku tu kes berhemên hatine bidestxistin, li gorî xwe bişixulîne. Ji ber ku têkilî, xebat û qada aboriyê ji aliyê civakê ve tên diyarkirin, berhemên derdikevin holê jî, li gorî berjewendiyên teng û madî yên kesan nayên nirxandin, ev berhem pêdiviyên civakî bicîh tînin. Ji bo xebatên aborî yên ku dê bêne meşandin, çavkaniyên xwezayî têne bikaranîn û bi hişmendiya ku ev çavkaniyên hanê nirxên hemû civakê û mirovahiyê ne, tê tevgerîn. Di çarçoveya rêgeza demokratîkbûnê de, hemî endamên civakê tevlî pêvajoyên biryardayînê yên têkildarî qada aborî dibin, vedinihêrin, îradeya xwe nîşan didin. Ev jî dê bi xwe re tevlîbûna xebatên aborî ya kesên dikarin, feraseta ked û nirxa rast, nêzîkahiya rast a ekolojiyê bîne. Rêgeza demokratîkbûyînê ya aboriya komunal, kesan tune jî nahesibîne. Mêzîna (hevsenga) di navbera kes û civakê de dispêre bingela kesê azad û civaka demokratîk. Pêşveçûna xwezayî û ne li dijî civakîbûnê ya kesan û pêdiviyên wan li ber çavan tên girtin. Li vir tişta girîng ew e ku fersenda desthilatdarî û yekdestiyê yanî pêkutiya li ser kesên din û civakê neyê dayîn. Destûrê nade ku desthilatdariya dewletê û sermayeya taybet li ser civakê pêkûtiyê pêk bîne û kesan jî tune bihesibîne. Li vir kes azad û bi îrade ye, her wiha fersend jê re tê dayîn ku qabîliyetên xwe jî pêşve bibe. Tenê bi derdê debara civakê re mijûl dibe, her wiha nahêle ku komên fersend û qabîliyeta wan a ku bi qadên din ên civakê re eleqedar bibin nîn e, çêbibin. Bi vî rengî li aliyekê asteke ku pêdiviyên civakê têne bicîhanîn derdikeve holê, bi ser de standarta jiyanê zêde dibe, li aliyê din jî ji bo ku çanda manewî bê pêşvebirin, aktiviteyên civaki bi rengekî dewlemend bêne domandin, derfet û dem çêdibe.

b-Rêgeza Ekolojîkbûnê 

Di aboriya komunal de xweza û hebûnên di xwezayê de wekî “tişt (amûr)”, yanî wekî çavkaniya ku dê bê serfkirinê nayên dîtin. Bi hişmendiya ku di nava tevahiya gerdûnî de her hebûnek kirde ye, civaka mirovan jî di nava vê tevahiyê de kirdeyek ku wekî qismekê xwe ava dike, tevdigere. Hezkirin û rêzgirtina mezin a ji bo xwezayê, her wiha girîngî dayîna wê, bingeha nêzîkahiya ekolojîk e. Civak û kesên wê dizanin ku ew perçeyek ji xwezayê ne, her wiha bi hişmendiya ku xweza û hebûnên di nava wê de nebin ew jî nabin tevdigerin. Lewre jî çavkaniyên li xwezayê bi armanca tunekirinê na, tenê têrî pêdiviyên xwe yên mecbûrî bikar tîne. Di serî de çavkaniyên ku bûye sedema kêmbûna wan, hîn zêdetir nirxlêzêdekirina xwezayê esas digire. Nêzîkahiya ku ji bilî xebatên pere dide qezençkirin xebatên din nepêwîst û bêwate dibîne, nayê qebûlkirin. Mînak çandina daran yek ji xebatên aborî yên herî pîroz e. Ji ber ku hilberîna aborî bi armanca pêşwazîkirina pêdiviyên civakî tê pêkanîn, pirsgirêka zêdihiya hilberînê dernakeve. Hebûnên aborî yên ji bo xebatên aboriyê baş in, lê ji aliyê dewlet an/an jî sermayeya taybet ve hatiye desteserkirin û nayên bikaranîn, di çarçoveya aboriya komunal de tê nirxandin. Ji ber ku ev yeke îsrafa ked, enerjî û çavkaniyê asteng dike, bandora pêvajoya hilberînê ya li ser xwezayê jî di asta herî jêr de tê girtin. Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyan ji xwegihandina çavkaniyan heta şixulandin û bikaranîna van amûran, di pêvajoya hemû xebatên aborî de ahengiya bi xwezayê re esas tê girtin. Di aboriya komunal de mecbûrî ye ku amûr û tesîsata dê ji bo hilberînê bêne bikaranîn jî, hem di pêvajoya çêkirinê de hem jî di pêvajoya bikaranînê de bi ekolojiyê re din ava ahengiyê de bin. Her wiha divê mêzîna (hevseng) ked û teknolojiyê jî bê parastin. Yanî hîn zêdetir teknolojî, hîn kêmtir karkerî na, bi şertê ku bi ekolojiyê re di nava ahengiyê de be, bikaranîna bi feyde ya teknolojî, ked, dem û çavkaniyên têrî dikin esas tê girtin.

c-Rêzgeza Azadîparastina Zayendî 

Ji pêngavên yekemîn ên civakîbûna mirovan ve, di xebatên aborî de bihevrebûna jin û mêran esas tê girtin. Ji bo karbeşiya xwezayî, her wiha ji bo ku komik jiyana xwe bidomînin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin, girêdayî qabîliyet, hêz û pêdiviyên jiyanî, ji bo jin û mêran berpirsyarî û peywîran diyar dike. Bi guhertinên avhewa, erdnîgarî û şertên jiyanê re, ligorî dem û cîh hinek caran jin hinek caran jî zilam derketiye pêş. Di hinek deman de dema di hinek civakan de nêçîrvanî wekî tiştek girîng derket pêş, tê dîtin ku bandora zilam zêdetir e. Heta serdema Mezolîtîk tê dîtin ku bi giştî bihevrebûna bi aheng a jin û mêran esas hatiye girtin; girêdayî bê bihevrebûnê jî civak hebûna xwe domandiye. Bi serdema Mezolîtîk re, jin her ku diçe hîn kêmtir derdikeve pêş. Tecrubeya bi milyonan salan rê vedike ku jin xezayê, mirovan, civakê û jiyanê hîn baştir nas bike. Ev pêvajo di heman demê de derfetê dide ku civaka mirovan jî, xwezayê û xwe baştir nas bike. Naskirin jî, qabîliyeta çareserkirina pirsgirêkan û rêbazên çareserkirinê pêşve dibe. Li gel vê yekê, ji bo ji nû ve avakirina civakê, di mijarên wekî “pêdivî çine, dê çi çawa bêne pêkanîn?” de hêza çareseriyê jî pêş dikeve. Girêdayî vê bingehê, di derketina çanda çandiniyê de, rola jinê diyarker dibe. Rola jinê ya di warê jiyan û civakîbûnê de gelekî diyar e, loma jin pîroz tê dîtin. Her çiqasî bandora jinê zêde be, ji vê jî wêdetir jin di rewşek pêşeng û rêberiyê de be jî, behsa serdestiyê nayê kirin. Xebatên çandinî û sewalvaniyê bi pêşengiya jinê, lê bi tevlîbûna bi hevre ya jin û mêran tê pêkanîn. Jina dayik, bi zilamê pîr û bi tecrûbe re, jiyana civakî sewq û îdare dike.

Hêzên dewletparêz, jin ji aboriyê dûr xistiye û qada aborî ya civakê xesp kirine. Girêdayî vê jî kolekirina jin û civakê di nava hev de meşandine. Bêîradekirina jinê, perçekirina wê, wekî keybanûya amûran nîşandana wê, wekî hêza kar a herî erzan bikaranîna wê, bi xanusiyên (qurnaziyên) herî bêteşe û yên herî zirav, bêzarkirin û entegrekirina wê ya bi sîstema dewletparêziyê re û zayendiya civakî ya li dijî jinê tê meşandin, di tu modernîteyan de qasî modernîteya kapîtalîst nehatiye jiyandin.

Aboriya komunal di serî de ji holê rakirana vê bêsitatubûna jinê esas digire. Li gorî rastiya ku jin afirîner û xwediya rasteqîn a aboriyê ye, rê vedike ku jin rûmeta (îtîbara) xwe ya di qada aborî de ji nû ve bidest bixe. Di serî de keda dayikê, keda jinê bi paşeroj û rojanebûna wê re pîroz dihesibîne. Tevlîbûna jinê ya hemî pêvajoyên têkilî û xebatên aboriyê, wekî pîvana bingehîn dihesibîne.

Di aboriya komunal de rêgezên demokratîk, ekolojîk û azadarîparastina zayendî, her yek bi tena serê xwe nayên bidestgirtin. Her yek bi yên din re di nava têkiliyek temamîtî de ye. Hebûna yekê, hebûna yên din jî dike şert. Kêmasiyek di yekê de tê jiyandin, nahêle ku yên din jî bêne temamkirin. Lewre jî, paradîgmaya demokratîk-ekolojîk- azadîparastina zayendî ku civak ji bo xwe di bingeha demokratîk de ji nû ve ava bike esas digire, ji bo avakirina aboriya komunal jî esas tê girtin. 

DÊ BIDOME

 

Li Kurdistanê Qirkirina Aborî Û Parastina Cewherî Ya Aborî – 1

Li Kurdistanê Qirkirina Aborî Û Parastina Cewherî Ya Aborî – 2

Li Kurdistanê Qirkirina Aborî Û Parastina Cewherî Ya Aborî – 4

 

Reklamlar