Hêviya Bingehîn Civak bi Xwe ye

Hêviya Bingehîn Civak bi Xwe ye
Qasidên Aştiyê hatin girtin. Beriya niha jî berdevkê qasidên aştiyê Mehmet Şerîf Gençdal hatibû girtin. Ev girtin di nava raya giştî de rê li ber

Qasidên Aştiyê hatin girtin. Beriya niha jî berdevkê qasidên aştiyê Mehmet Şerîf Gençdal hatibû girtin. Ev girtin di nava raya giştî de rê li ber guftûgoyeke mezin vekir. Li gorî ji van guftûgoyan tê fêmkirin ev girtin dê cihê xwe yê di rojeva raya giştî de hêj bidomînin.
Girtinên ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve pêk hatin ne cara yekemîn e rû didin. Di sala 1999’an de komên aştiyê ji Ewropa û gerîla çûbûn Tirkiyeyê û hatibûn girtin. Ev kesên ku hatin girtin di dadgehên hatin vekirin de bi cezayê giran hatin cezakirin. Piştî 10 salên derbas bûn komên ku careke din ji bo aştiyê çûn 11 ji wan hatin girtin.
Divê ev helwesta hikûmeta AKP’ê rast bê fêmkirin û nirxandin. Helwesta ku hikûmeta AKP’ê der barê pirsgirêka kurd de dişopîne bi her aliyê xwe bi êrîşa tevkujiya siyasî ya 14’ê nîsana 2009’an diyar bûbû. Ya rast bi 14’ê nîsanê re tesbîtên der barê hikûmeta AKP’ê de ku dihate gotin AKP hikûmeta şerê taybet e hatin piştrastkirin. Hikûmeta AKPê ku piştî wê pêvajoyê êrîşên tevkujiya siyasî domandin bi hatina Qasidên Aştiyê ya di 19’ê cotmeha 2009’an de jî heman helwesta xwe domand. Tevî vê rastiyê jî hikûmeta AKP’ê dawî li gotinên xwe yên demagojiya sexte neanî. Heta bi van gotinên xwe xwest bandorê li hin beşên civakê jî bike.
Bi girtina Qasidên Aştiyê re derewa AKP’ê careke din derkete holê. Yên bi gotinên demagojîk ên AKP’ê hatin xapandin heta ji wê jî wêdetir ketin rewşa destekkirina wê niha neçar man ku rastiyê mikur werin. Hinek kes bi gotinên, „Gelo kurd ji niha û pêde dê bi gotin û sozên AKP’ê bawer bibin“ kirin.
Girtina Qasidên Aştiyê bû sedem ku kiteyên dawî yên derewên xapînok yên di rûyê hikûmeta AKP’ê de jî werin xwar. Divê ev rastî were dîtin û li gorî vê yekê ji bo hikûmeta AKP’ê nêzîkbûn bê destnîşankirin. Herî zêde jî yên dibêjin ez demokrat im, ez alîgirê azadiyê me, divê bikevin nava helwesteke bi vî rengî de.
Gerek daxuyaniyên serokwezîrê tirk Recep Tayip Erdogan gerek jî daxuyaniyên Serfermandarê Artêşa Tirk Îlker Başbûg didin diyarkirin ku pêwistî bi hestyariyeke zêdetir heye. Ev vekirî banga tevkujiyan dikin û gefan dixwin. Heger serokwezîr û serfermandarê giştî yê dewletekê karibin daxuyaniyên bi vî rengî bidin, diyar e ku divê ev mîna tiştekî ji rêzê neyên dîtin. Herî zêdetir divê yên ku heta niha bi hîleyên AKP’ê xapiyan û ketin bin xizmeta polîtîkayên şerê taybet vê yekê bibînin û têbigihijin. Ji ber ku AKP di esas de dixwaze bi hêza ku ji van derdoran bigire şerê taybet-kirêt bimeşîne û encamê bidest bixe.
Ne mumkûne ku AKP bi hebûna xwe ya kadro û polîtikaya xwe karibe li Tirkiyeyê bandorê li ser gel bike. Kadroyên AKP’ê bi giştî kesên ji aliyê cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê ve hatine amadekirin in. Cemîl Çîçek, A. Kadir Aksu ji van yên herî tên naskirin in. Mîna wan gelek hene. Van derdoran ji aliyê aborî ve gel şelihandine, çînbûyinekeke spekulator û rantxur afirandine. Zexta polîsan zêde bûye û bi qanûnên hatine derxistin teroreke darêzgeriyê hatiye bipêşxistin. Ev terora ku pêk tê ji cûntaya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê jî wêdetir e. Partiyeke ku polîtikayên aborî û siyaseteke bi vî rengî dimeşîne dê nikaribe li ser gel bibe xwedî bandor.
Partiyeke bi vî rengî tenê û tenê dikare di nava civakê de antîpatiyê biafirîne. Yên ku AKP’ê ji vê rastiya wê derdixin û bi şêwazekî cuda pêşkêşî civakê dikin bûn sedem ku AKP bi bandor bibe û rêjeyeke deng a ji sedî 40 bi dest bixe. Yên ku herî zêde ev yek kirin jî derdorên xwe mîna lîberalên demokrat bi nav dikin û difikirîn ku AKP dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê de gavan biavêje bûn. Van derdoran bi derbaskirina nava civakê ya xapandina xwe roleke bêoxir leyistin. Di rewşa destek nedayîna van derdoran de ne mumkûn e ku AKP karibe rojekê jî li ser desthilatdariyê bimîne. Girtina Qasidên Aştiyê divê ev derdor rûyê rast ê AKP’ê bibînin û helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin.
Li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê hikûmeta AKP’ê bi xwe ye. Ev xetereyeke pir mezin e. Taybetmendiyên wê yên ku hêviya gel a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê bişkîne û texrîbatên giran di nava civakê de biafirîne hene. Bi gotinên Abdullah Gul ên ,’Dê tiştê baş bibin’ û gotinên R. T. Erdogan ên ‘vebûn’ yên li ser gel bi tevahî ji bo şikestin û bêhêvîbûnê hatine bikaranîn.
Gotin ‘Dê tiştê baş bibin’ lê ev yek pêk nehat, gotin, ‘Vebûn’ lê gavek jî ne hate avêtin. Lê belê dema ev yek pêk dihatin jî xwestin di nava civakê de hêviyekê biafirînin. Her wiha hedefa wan ew e ku dema bêjin ev yek pêk nehat bi giştî hêviya di nava gel de heyî ji holê rakin. Niha tiştê ku tê xwestin bi gel bidin jiyîn ji vê yekê pêde ne tiştekî din e.
Ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve girtina Qasidên Aştiyê ev rastî careke din raxiste ber çavan. Ya ku pêwist e were dîtin jî ev rastî ye. Her wiha divê li ser vê bingehê jî li hemberî hikûmeta AKP’ê ya rêveberiya şerê taybet-kirêt dimeşîne têkoşîneke rast a demokrasiyê were pêşxistin. Divê bi civakê bidin fêmkirin ku bi tu awayî AKP’ê nabe hêvî û hêviyê neafirînê. Divê bê nîşandan ku hêviya bingehîn têkoşîna civakê bi xwe ye.
Cemîl Bayık
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
Reklamlar