Kronolojiya dîroka Kurdistanê

1514-1900
  • 1514 – Di dema tevgera Sultanê Osmanî Yavuz Selim ya Çaldiranê de eşîrên Sunnî yên Kurdan xudmuxtarîya xwe parastin û bi hikûmeta Stenbolê ve hatne girêdan.
  • 1639 – Kurdistan bi peymana Qesr-î Şîrîn di navbera împaratorîyên Osmanî û ya Îranê de hate beş kirin.
  • 1832 – Şerê Mîr Mihemedê Rewandûzî bi Osmanîyan re.
  • 1843-1846 Serhildana Şêx Ubeydûllahê Nehrî li hember rêveberîyên Osmanî û Îranî.
  • 1889, 22’ê Nisan – Yekemîn rojnameya Kurdan bi navê “Kurdistan” ku ji aliyê Mithat Bedirxan ve derket li Qahîrê dest bi weşana xwe kir.
1900-1922
  • 1908, 22’ê Sibat – Rojnameya Kurd Tewûn û Terakkî dest bi weşanê kir.
  • 1908, 19’ê Êlûn – Cemîyeta Kurd Terakkî û Teawûn saz bû.
  • 1913, gulan – Cemiyeta “Hêvî” ya Kurd saz bû.
  • 1913, 19’ê Êlûn – Kovara Yekbûn dest bi weşanê kir.
  • 1918, 10’ê Çilleya Pêşî – Cemîyeta Kurd Tealî hate damezrandin
  • 1918, 7’ê Kasim – Kovara Jin li Stenbolê dest bi weşanê kir
  • 1919, 19’ê gulanê – Komkujîya Pontûsan rû da.
  • 1919, 21’ê Heziran – Kovara Jin ya heftane dest bi weşanê kir
  • 1919, 23’ê gulanê /1920 – Tevgera Serxwebûna Kurdistan dibin rêbertîya şêx Mehmudê Berzencî de dest pê kir.
  • 1919, Gulan – Cemîyeta Kurdistan Tealî saz bû.
  • 1920, 10’ê gelawêjê – Peymana Sêwrê ku Kurdistan û Ermenîstaneke serbixwe dixwest li dar ket.
  • 1921, 6’ê adarê – Berxwedana Koçgirî
  • 1922, 5/28’ê gelawêjê – Serhildana Simko Axa yê Şikak li Rojhelatê Kurdistan.
  • 1922, 11’ê Haziran – Îlankirina Qralîyeta Kurd ji alî şêx Mehmûd ve.
1923-1974
  • 1923, 24’ê tîrmehê – Peymana Lozanê; çar parçe bûna Kurdistanê.
  • 1925 ,14’ê Sibat/31’ê Gulan – Serhildana mezin ya Kurda: Tevgera Şêx Seîdê Pîran.
  • 1925, 16’ê Aralik – Serhildana Başûrê Kurdistanê li hember rêveberîya Ingilîzan
  • 1925, 4’ê Eylül – Şêx Seîdê Pîran û 52 hevalên wî hatne bi darve kirin.
  • 1926, 16’ê gulanê/17’ê Hezîran – Serhildana Agirî û komkujîya yekem ya Agirîyê
  • 1927, 26’ê gulanê/25’ê gelawêjê – Serhildana Mutkî yê.
  • 1927, 8/20 Êlûn – Komkujîya duyem ya Agirî yê.
  • 1927, gelawêj – Komîteya Netewî ya Kurd Xoybûn saz bû.
  • 1929, 22 gulanê/3’ê gelawêjê – Serhildana Zîlan.
  • 1929 ,14/17’ê Êlûn – Komkujîya Tendûrek ê.
  • 1930, 7/14’ê Êlûn – Sêyemîn Komkujîya Agirîyê.
  • 1931, Cotmeh 1930/Gulan – Balafirên Ingilîzan Berxwedana Berzencî şikandin.
  • 1932, 5’ê gulanê – Qanûna sûrgunê “Mecburi Iskân”.
  • 1935, Çile Pêşî – Jibo Kurdên Dêrsimê “Qanûna Tûncelî” hate derxistin.
  • 1937, 5’ê Îlon – Serokê Serhildana dersimê Seyîd Riza hate girtin
  • 1938, 21’ê adarê 1937/16 Êlûn – Berxwedana Dersimê û jenosid (qirkirin).
  • 1945, gelawêj – Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê (Î-KDP) saz bû.
  • 1946, 13’ê Çileya Pêşîn – Komara Kurdistan li Mahabad hate damezrandin.
  • 1946, 16’ê gelawêjê – Partîya Demokrat ya Kurdistana Îraqê- I-KDP hate damzrandin.
  • 1947, 17’ê Çileya Pêşîn Komara Kurdistan a Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hate rûxandin.
  • 1947, 22’ê Sibat – “Meşa Dirêj” ya Kurdan di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanî de.
  • 1958, 14’ê Hezîran/27 Tîrmeh – Qral Faysal ji text ket û Îraq weke ” Komara hevbeş ya Kurd û Ereban” hate bi nav kirin.
  • 1958, 7’ê Cotmehê – Mele Mistefa Barzanî kû li Sowyetê li sûrgunê bû vegerîya Îraq ê.
  • 1961, 11’ê Êlûn – Li Kurdistana Başûr şerê çekdarî li hember rejîma Îraqê dest pê kir.
  • 1962, 5’ê Cotmeh – Di hijmartinên nifûsê kû li Sûriyê pêk hatin de, 120 hezar Kurd weke “xerîb” hatne bi nav kirin û hemî mafên wan yê hevwelatî ji dest hate girtin.
  • 1963, 8’ê Sibat – Li Îraq ê derba leşkerî.
  • 1968, 17’ê Tîrmeh – Li Îraqê darbeya BAAS; Cûnta Tekrîtî.
  • 1969, Gulan – Yekîtîyên Xwendekarên Şoreshger yên Rojhelat DDKO hate damzrandin.
  • 1970, 11’ê adarê – Tevgera Kurdistana Başûr otonomîya xwe bi rêveberîya Îraqê da pejirandin.
  • 1974, 11’ê adarê – Jiber ku rejîma Îraqê li gor peymana otonomîya Kurdan tev ne geriha şer û pevçûnên dijwar di navbera Kurd û hêzên dewletê de dest pê kirin.
1975-1979
  • 1975, 5’ê adarê – Peymana Cezayîrê di navbera Iran û Îraq ê de, êrîşên hevbeş yên dijwar li hember Tevgera Kurd û belavbûna hêzên Kurd li Başûrê Kurdistan ê.
  • 1975, Hezîran – Yekîtîya Niştimanî Kurd (YNK) saz bû.
  • 1978, 11’ê Çile – Tevkujîya li hember Elewîyan li Mereş ê.
  • 1978, 18’ê Gulan – Heqî Karer tê qetlkirin.
  • 1978, 27’ê Mijdar – Partiya Karkerên Kurdistan PKK li Fîs ê hate damezrandin.
  • 1979, 1’ê adarê – Serokê PDK ê Melle Mustafa Barzanî li Amerîka yê wefat kir.
  • 1979, 17’ê gelawêjê – Mehabad kete destê hêzên Kurd.
  • 1979, 5’ê Êlûn – Rejîma Xumeynî ya Îranê êrîşî Kurdan kir.
  • 1979, Sibat – Li Îranê rejîma Şah rûxîya.
1980-1989
  • 1980, 12’ê Çile – Di encama êrîşa Dewleta Tirk û Sûrî de li Qamişlo 15 mîlîtanên KAWA hatne qetil kirin.
  • 1980, 23’ê Êlûn – Şerê Îraq û Îranê dest pê kir.
  • 1980, 12’ê Êlûn – Li Tirkîyê darbeya leşkerî.
  • 1982, 21’ê adarê – Mazlum Doğan di zîndana Amedê şehîd dikeve.
  • 1982, 18’ê Gulanê – “Şeva çaran”. Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengîn û Necmî Öner di zîndana Amedê de xwe dişewitînin.
  • 1983, 23’ê gulanê – Yekemîn operasyona leşkerî ya Dewleta Tirk bi pejirandina Îraqê li Başûrê Kurdistanê.
  • 1983, 5’ê Êlûn – Li zîndana Amedê berxwedana girseyî.
  • 1983, Sibat – Enstîtuya Kurd ya Parîsê hate damezrandin.
  • 1984, 22’ê Cotmeh – Helbestvanê mezinî Kurd Cegerxwîn li Stockholma Swêdê wefat kir.
  • 1984, Çileya Pêşîn – Di berxwedana li zîndana Amedê de Necmettin Büyükkaya, Yilmaz Demîr, Remzî Aytürk û di rojiya mirinê de jî Orhan Keskîn û Cemal Arat şehîd ketin.
  • 1984, 9’ê Êlûn – Hunermendê Kurd Yilmaz Guney li Parîs ê wefat kir..
  • 1984, 15’ê tebaxê – Destpêka tekoşîna çekdarî a PKK bi êrîşên ser Eruh û Şemzînan
  • 1985, 21’ê adarê – ERNK tê îlan kirin.
  • 1986, 21’ê adarê – Hêzên dewleta Sûrî êrîş birne ser pîrozbahîyên Newrozê li şam û Qamişlo.
  • 1986, 28’ê adarê – Egîd (Mahsum Korkmaz) şehîd dikeve.
  • 1987, 14/15’ê Cotmeh – Konferansa Kurd ya Parîsê.
  • 1988, 16’ê adarê – Li Helebce 5 hezar Kurd ji aliyê rejîma BAAS ve bi çekên kîmyewî hatne qetil kirin.
  • 1988, 12’ê Gulan – Li Başûrê Kurdistan ê Berêy Netewî ku ji 8 rêxistinan pêk dihat saz bû.
  • 1988, gelawêj – Di encama êrîşa “Enfal” de, ya ji hêla rejîma BAAS ve, bi taybetî li herêma Behdînan ji 100 hezarê bêhtir Kurd hatne qetil kirin û ewqas jî koçber bûn.
  • 1989, 8’ê adarê – Stranbêj Mehemed Sêxo rehmet kir.
  • 1989, 13’ê Tîrmeh – Sekreterê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê (Î-KDP), Dr. Abdurrahman Qasimlo, li Vîyana ji aliyê ajanên rejîma Îranê ve hate şehîd kirin.
1990-1999
  • 1990, 13/30’ê adarê – Di serî de li Cizîr û Nisêbînê, li Bakûrê Kurdistanê serhildanan dest pê kir.
  • 1991, 12’ê Nisan – Li Îraqê li bakurê paralêla 36 an xeta parastina Kurdan, “Provide Comfort” hate îlan kirin.
  • 1991, 5’ê adarê – Serhildana Başûrê Kurdistan ê.
  • 1991, 7/10’ê Tîrmeh – Kuştina Wedat Aydin di êşkencê de û serhildana Amed ê.
  • 1991, 1’ê Nisan – Trajedîya koçberî û penaberîyê; ji ber êrîşên hewayî yên rejîma BAAS piştî serhildana Kurdan ya Adar ê, bi sedhezaran Kurd ji ber tirsa gazên kîmyewî cih û warên xwe berdan û ber bi sînorên Îran û Tirkîyê ve çûn.
  • 1991, 12’ê Tîrmeh – Ji bo çavdêrîya “Herêma Parastî” li Îraqê, ji gellek netewan “Hêza Çakûç” hate damezrandin.
  • 1992, 19’ê Gulan – Hilbijartinên Parlametoya Başûrê Kurdistanê.
  • 1992, 27’ê Eylül – Sekreteri IKDP Dr. Sadik Şerefkendî û 2 endamên komîteya navendî yên partîyê li Berlîn ê ji aliyê ajanên Îranî ve hatne şehîd kirin.
  • 1992, 4’ê Cotmeh – Li Kurdistana Başûr şer di navbera PDK, YNK û PKK de.
  • 1992, 4’ê Cotmeh – Palementoya Netewî ya Kurdistana Başûr, Dewleta Kurd ya Federe îlan kir.
  • 1993, 16’ê Adar – “Agirbest” a yek alî ji alî PKK ê ve û Protokolên şamê.
  • 1993, 5’ê adarê – Parlamenterên Kurd yên DEP î, bi darbeyekê hatne girtin.
  • 1993, 2’ê tîrmehê – Li Sêwas ê 36 rewşenbîr bi rengê şewitandinê hatne qetil kirin.
  • 1994, 1’ê gulanê – şer di navbera PDK û YNK ê de.
  • 1995, 20’ê adarê – Dewleta Tirk bi 35 hezar leşkerî ve kete Kurdistana Başûr.
  • 1995, 30’ê adarê – MED-TV dest bi weşana xwe ya satelîtî kir.
  • 1996, Êlûn – Şerê di navbera PDK û YNK ê de dijwartir bûn û li Kurdistana Başûr rêveberîya du herêmî dest pê kir.
  • 1996, Hezîran – Kongreya HADEP ê û di êrîşeke ser Partiyê de girtina rêvebirên wê.
  • 1998, 9’ê Cotmeh – Piştî tehdîtên Tirkîyê yên li ser Sûrîyê, Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ji Şamê derket.
  • 1998, 12’ê Mijdar – Hatina Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ya Italya yê û meşa Kurdan ya ber bi Romayê ve.
  • 1998, 17’ê Êlûn – Peymana Washington kû bi hewldanên Amerîka di navbera Barzani ve Talabani de pêk hat.
  • 1999, 15’ê Sibat – Serokê PKK ê Abdullah Öcalan radestî (teslîmî) Trkîyê kirin.
  • 1999, Hezîran – Kongra Netewî ya Kurdistan KNK hate damezrandin.
  • 1999, Tîrmeh – Biryara [[PKK] ê ya agirbesta yek alî û dem ne diyar.
Ji 2000 şûnda
  • 2000, 21’ê adarê – Li Amedê 300.000 kes Newroz pîroz kir.
  • 2000, Êlûn – Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadîyê ya Kurdistan ya 8 an, bi beşdarîya 150.000 kesî li bajarê Koln li Elmanya li dar ket.
  • 2001, Nisan – PKK ê li hemî cîhanê kampanya “Ez PKK yî me” da dest pê kirin.
  • 2001, Gulan – KON-KURD ê li Ewropa kampanya “NASNAMA MIN RÛMETA MIN E” da dest pê kirin.
  • 2001, 1’ê Êlûn – Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadîyê ya Kurdistan ya 9 an bi şîara “NASNAMA MIN RÛMETA MIN E” hate pîroz kirin.
  • 2003 Sermawez – KADEK hat fesih kirin, Kongra-Gel hat damezrandin.
  • 2004’an de komiteya ji bo ji nû ve avakirina PKK’ê hat damezrandin.
Reklamlar

Komara Mehabadê

Qazî Mihemed di nava dilê civakê de xwedî cihekî taybet bû. Wê rojê ew bi dirêjî li ser dîroka serhildanên Kurdistan û serokên şehîd axivî.

Di dilê zivistanê de bihara azadiyê

Ew sal û roj ji bîra kesî naçin. Dîrok qet wê rojê ji bîr nake. 34 roj ji çileya mezin a zivistana sala 1946’an derbas bûbûn. Ji rojên hefteyê sêşem bû. Saetê xwe digihande 11:00’ê beriya nîvro. Qada Çarçira li navenda bajarê Mehabadê çend roj bû ku bi alên Kurdistan û KDP’ê hatibû xemilandin. Her kesî dizanî ku li welatê wan jiyan dê derbasî qonaxeke nû bibe.
Mêvan li bajar pir bûn. Ji xeynî roja ku şervanên Simkoyê Şikak bajar ji destê cendermeyên Riza Pehlewî rizgar kiribûn, tu kesî ew qas mirov li bajarê Mehabadê nedîtibûn. Ji wê rojê 25 sal derbas bûbûn û şûndatir kesî tehma azadiyê nekişandibû. Di çavên her kesî de kêfeke mezin û hezar gotinên veşartî xuya bûn. Pîrejineke 80 salî bi pişta çemiyayî û gopalê xwe yê dar ber bi qada Çarçira ve dimeşiya. Hêdî hêdî pêngavên xwe hiltanîn, carinan pişta xwe ya tewandî rast dikir û dipirsî: “Ka ew li ku ye?”
– Kî? Tu kê dixwazî dapîr?
– Pêşewa, ew li ku ye, dixwazim ji nêz ve wî bibînim…!

‘WEZÎFEM ÇI YE GEMREM…’

Endamekî komîteya navendî ya KDP’ê dengê pîrê bihîst. Destê wê girt û ber bi qada Çarçira ve bir. Yekrast ew gihande cem Pêşewa Qazî. Dayika 80 salî li wî nêrî û bi hêsirên ku weke barana biharê li çavên wê dibarîn û wiha got: “Rolegiyan, Pêşeway mezin û azîzman, baş bû ke nemirdim û azadî Kurdistanim dît. Du kurim şerkerî qahremanî kurd Simkoyê Şikak bûn, bo Kurdistan şehîd bûn. Êsta hatûm ke le jêr alay Kurdistan da minîş bibime pêşmerge… wezîfem çi ye rêberî gewrem?!”
Vê gotinê Pêşewa veciniqand. Çavên wî tijî bûn. Demekê bêdeng û sosretgirtî li qermîçekên rûyê pîrê temaşe kir.
Baş li rûyê wê û destên wê yên lerzok nêrî, xwe çemand û xwest destê wê yê rastê maç bike, lê şêrejina pîr nehişt û nava çavên wî maç kir, bi dengekî bilind dîsa jê re got:

“Îro hesret û xweziyên bi sedan salan gihîştin encamê. Êdî mirin bila bi xêr bê. Ez ê vê mizgîniyê ji kurên xwe re bibim dinyaya din…”

Dîmeneke wiha bandoreke mezin li ser her kesî danî. Bû hêzeke mezin û her kes şad kir ku jineke kurd bi vî awayî bi doz û pêşewayê xwe ve girêdayî ye. Hingî general Heme Husênxan Sêyfê Qazî (Wezîrê Şer) li derdora xwe nêrî û wiha got: “Min îro zanî ku êdî ne mumkûn e kurd dest ji doza xwe berdin, rojek dê bê ku hemû axa Kurdistanê azad bibe…”

KURDAN DA SELMANDIN

Temenê komarê kurt bû, lê destkeftiyên wê pir in û heta roja îro jî kurd bi serbilindî wê sala dîrokî bi bîr tînin.
Kurdistaneke serbixwe û xwedî Serokomar, Kabîneya Wezîran, ala rengîn, marşa neteweyî, Artêşa Gel, pêşmerge, çand û edebiyata taybetî, şaîrên milî, rojname, radyo, çapxaneya Kurdistanê, perwerde bi zimanê zikmakî, yekitiya jinan û ji her tiştekî girîngtir welatekî demokratîk tev ji destkeftiyên komara Kurdistanê bûn.
Kes nikare înkar bike ku rayedarên komarê buhayekî giran didane prensîbên demokrasiyê. Dema du komarên Kurdistan û Azerbaycanê bi hev re bêne muqayesekirin, hingî heqîqet baştir tê kifşê. Kurdan liyaqeta xwe ya xweîdarekirinê bi her kesî da selmandin. Helbet dewleteke serbixwe li ser axa Kurdistanê ya tijî kan û petrol, ji welatên cîran re tehdîdeke mezin bû. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê weke ku îro em dibînin, ketin nava liv û lebateke berfireh. Nameyên ku wê salê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi awayekî fermî ji rayedarên Îranê re nivîsandine, tev bi wê armancê hatine şandin ku rojekê ji roja din zûtir gerek ev komar nemîne û pêşniyar dikin ku ew amade ne bi hemû şêweyan hevkariya wan bikin û komara Kurdistanê weke nokekê biavêjin binê heft behran.

HÊVÎ GIHÎŞTIN HEV

Bi giştî wekî nemir Elî Gelawêj di helbesteke xwe de dibêje:

“Em xake yek roj bêşoreş nebû

Kurd niwêjî çûbê, şoreşî neçû”

Dema ku li bakurê Kurdistanê serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî (1938) ji hêla kemalîstên faşîst ve bi agir û hesin hatibû temirandin, li rojhilatê Kurdistanê serok û qehremanê mezin Simkoyê Şikak di çaxê hevdîtinan de hatibû şehîdkirin (1930), şoreşa serokê navdar Mistefa Barzanî bi hevkariya îngilîzan li başûrê Kurdistanê hatibû hilweşîn, li Mehabada qehremanperwer komarek şên bû ku jiyana siyasî li Kurdistanê derbasî warekî nûtir kir. “Xoybûn” û “Hîwa” nemabûn, lê Jiyanewey Kurd (J. K.) riya wan domand û gula komarê li pareke axa Kurdistanê bêhna xwe gihand difna hemû azadîxwazên herêmê.
Mîrên Bedirxanî, Şêxên Şemzînî, Mîrên Rewandizî, Şêxê Pîran, efsaneya kela Dimdim û hezar hêviyên ku di sînga wan de hatibûn kuştin, wê rojê li Mehabadê şên bûn û xwe gihandibûn hev. Tîrêjên rojeke germ wê zivistanê rengê jiyanê guherandibû.
Rojekê Simko û Şêx Mehmûdê Berzencî, piştre Qazî Mihemed û Mistefa Barzanî destê xwe dabûn hev û moraleke siyasî û nû di ruhê nîvmirî yê kurdan de afirandibûn. Jiyan û mayîna kurdan heta roja îro wiha berdewam bûye û sal bi sal xweştir dibe.
Rûdanên li çar kenarên Kurdistanê hinek azmûn û prensîb ji me re tomar kirine. Dîrok hîkayet û çîrok nîne, belkî gencîneya prensîb û azmûnên neteweyekê ye. Partî, rêxistin, sazî û kesên ku biryara çareserkirin an jî guherandina qedera kurdan didin, ger ev prensîb û helwest pêş jî nexistibin, qet nebe gerek wek mîrasekêwan biparêzin.

ÇIMA NEBÛN DEWLET?

Gelo çima komareke bi van hemû sifetên baş têk çû? We qet ji xwe pirsiye: Gelo em kurd çima hêj nebûne xwedî dewlet?!.. Ger ji min bipirsin:
Bêhêziya bîr û ramanên neteweyî, hesûdî, xiyanet, cehşatî, nebûna yekitiyê di navbera me de, neşehrezayî der heqê dîroka serhildanên kurdan ên berê de, bawerî bi dijmin, kultura eşîret, xêl û êlatiyê, berjewendiyên takekesî li jor hemû berjewendiyên milî û civakî, lawaziya ferhengî û hewldanên neyaran li dijî pêşketina kurdan û sivikirina nirxên ku bi dîroka Kurdistanê re hatine afirandin û… tev ew faktor in ku em bindest hiştine.
Armancên bilind û pîroz bi avabûna komara Kurdistanê re dihatin ku bi ser bikevin, lê şensekî wiha vê carê jî ji destê kurdan derket. Lê ew sala xweş bû destpêka guherandineke girîng di dîroka serhildanên me de. Qazî Mihemed bû sembola berxwedana gelê kurd li herêm û cîhanê.

‘Kurdistan mala hemû kurdan e’

Qazî Mihemed di nava dilê civakê de xwedî cihekî taybet bû. Wê rojê ew bi dirêjî li ser dîroka serhildanên Kurdistan û serokên şehîd axivî. Kurdên çar parçeyên Kurdistanê li dora xwe didîtin. Ew wê rojê wiha qîriyabû: “Kurdistan mala hemû kurdan e…” Ev gotin xwedî wate û felsefeyeke kûr bû. Sewiya rewşenbîriya Serokomarê Kurdistanê dida xuyakirin. Jixwe di deftera wî ya kar de nexşeya “Kurdistana Mezin” bala her kesî dikişand. Qazî wê rojê bû Serokomarê Kurdistanê û bi evîneke mezin dest bi karê xwe yê dîrokî kir. Di wê roja pîroz de ew bi dirêjî li ser rewşa siyaseta Îran, Kurdistan û cîhanê agahî dan xelkê û gel şiyar kir ku: “Yekitiya di navbera xwe de bihêztir bikin û xiyanetê li gel û welatê xwe nekin…” Li ser Kela Dimdim û mêrxasiya Emîrxan axivî. Behsa pêşengên kurd li Kurdistana mezin kir. Bi vê re xwest ku hinek şiûra kurdan a neteweyî ji xewa giran şiyar bike. Wan bi hebûna wan bihesîne. Xwest ku şexsiyeta kurdan a hatî sivikirin, zindî bike. Gotinên wî wisa li ser hisên xelkê bi bandor bûn ku hêsirên gelek ji wan dihatin xwarê.

Komar ji çi re bû bingeh?

Xalên ku mirov dikare li ser cihê komara Kurdistanê yên bi taybetî di dîroka Kurdistanê de bi nav bike, ev in:

1- Zindîkirina şexsiyeta kurd ji hêla xwe ya nefsî (psîkolojî) ku dîktatorekî mîna Riza Pehlewî li pey têkçûna şoreşa Simkoyê Şikak bi hezar şêweyan tehqîr kiribû. Beriya wê kurd weke wehş, cahil û dijminên bajarvaniyê dihatin binavkirin. Hilanîna vê pêngava dîrokî bû sedem ku hisa “bi xwe baweriyê” di nava kurdan de mezintir bibe.

2- Kurdan ji dost û dijiminên xwe re dan selmandin ku dikarin heta di rewşeke aboriyê ya xirab de jî welatê xwe bi rê ve bibin.

3- Pêşewa Qazî bi prensîbên xwe yên taybetî ji gel re mîna bavekî dilovan bû. Wî dixwest xwedî hikûmetekê be ku li ser dilan hukim bike û komareke demokratîk be. Xebatên wî yên dîplomatîk saman û mîrasekî giranbuha ji dîroka me re kirin mal.

4- Bi avabûna komarê ra maşîna asîmîlasyona ku gelên serdest li dijî hebûn û hemû û taybetmendiyên kurdan ên neteweyî bi rêxistinkiribûn, hinek ji hereketê sekinand.

5- Bi derketina roja komarê tiştek bi navê “Pirsgirêka Kurd” baştir ji berê rûyê xwe yê rastîn li Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê derxist ber ronahiyê.

6- Demokrasiya ku serûkaniya xwe ji bîr û ramanên Pêşewa Qazî Mihemed yên berfireh distand, ger derfeteke zêdetir jê re çêbibûya, dikaribû bibe remza rizgarî û kilîla zindana ku hikûmetên totalîter û dîktatorên xwînrêj ji gelên herêmê re durist kiribûn. Vê komarê û semîmiyeta di navbera gel û desthilatê de, Mehabad kire qiblegeha azadîxwazan.

7- Xiyaneta “welatê şêwrê” careke din bi bîra me anî ku pêwîst e beriya her kesekî mirov pişta xwe bi hêzên biyanî germ neke. “Sovyet”a ku mîna bihuştekê ji bexteweriya gelên cîhanê re hatibû wesfkirin, bi dijberên azadî û dîktatoran re li ser maseyekê rûnişt û her du komarên Kurdistan û Azerbaycanê kirin qurbana çend protokolên aborî-siyasî. Xiyaneta ku me di salên 1880, 1920, 1946, 1975’an dît û heta roja îro jî berdewam e.

8- Jin ji bo cara yekê bûn xwedî wî mafî ku di civakeke feodalî de “Yekitî Afretanî Kurdistan” pêk bînin. Axa, beg, şêx û meleyên paşverû li dijî vê biryarê “fetwa” dan û dijayetiya xwe ya li hemberî komarê û Qazî Mihemed dan xuyanîkirin. Lê Serokomar çû nava wan, bi wan re ket nava behs û munaqeşeyên dûr û dirêj. Li mizgefta Ebbas Axa heft rojan bi hev re ketin nava şêwr û axaftinan. Pêşewa hêdî hêdî bi mentiq û felsefeyeke kûr hemû dijberên xwe razî kirin ku jin û mêr li gorî hemû zagonên komarê û di bin ala Kurdistanê de xwedî mafên wekhev in.

9- Hatina nemir Mistefa Barzanî ji başûrê Kurdistanê û piştgiriya ku bi hêza xwe da komara Kurdistanê, weke wê hindê bû ku du lîderên kurd hemû peymanên ku axa wan kiribûn çar parçe, çirandibûn. Sînorên siyasî li ba wan bêqîmet û bêwate bûn û Qazî çendîn cara gotibû: “Kurdistan mala hemû kurdekî ye…” Hêza Barzaniyan di hemû temenê komarê de hem şervanên baş û hem jî bûbûn sedema dilgermiya xelkê.

10- Komar di çileyê zivistaneke sar de hat îlankirin, lê di dilê wê sir û seqemê de biharek bixwe re anî ku hemû salan ew bîranîna pîroz wek cejn û şahiyekê ji hêla kurdên Kurdistana mezin ve tê bibîranîn. Vê bîranînê tirseke mezin di dil û mejiyê neyarên kurd de çêkiriye û dihêle ku kurd her salê ji salên berê baştir lîderê xwe Pêşewa Qazî û komara Kurdistanê binasin. Ew bihar hemû salê li me dibe mêvan û êdî bûye efsaneyek û ketiye nava hemû dilan.

11- Dema ku dengê her du rêxistinên Hîwa û Xoybûnê li başûr û bakurê Kurdistanê namîne, vê carê li rojhilatê Kurdistanê li pey girêdana peymana “sêsînor” li ser çiyayê Dalanper ‘Komeley Jiyanewey Kurd – J. K.’ li Mehabadê ruhekî nû dide laşê doza kurdîniyê. Serkêşê karwanê doza bi şan û şeref a Kurdistanê vê carê Pêşewayê rewşenbîr û canfîda, Qazî Mihemedê jîr û siyasetmedar e.

64’emîn salroja damezirandina komara Kurdistanê li we, gerîla û hemû azadîxwazên Kurdistanê û cîhanê pîroz be.

Kakşar Oremar

Dedemin İntikam Çığlığı

Bir dedem vardı.
Yani babamın babası.
Kardeşlerimin de dedesi.
Ne Türklere askerlik yapmıştı ne de bizlerin askerlik yapmasını isterdi.
Bizlerin Türk okullarında okumasını da istemezdi.
Orjinlerini kaybeder Türkleşirler diye bizlerin okula gitmesine karşıydı.
Şimdi ki gibi hatırlıyorum dedemin bu düşüncesi ve davranışlarını.
Ben daha altı yaşındayken ilçemizde bir yatılı okul açılmıştı.
Babam ile amcam beni o Yatılı Bölge İlkokuluna kaydetmişlerdi.
Okula başlayacağım zaman beni köyden alıp okula götürecekleri günü asla unutamıyorum.
Benim yaşamımda bir dönüm noktasıdır o gün.
Babam onlar beni okula götürürken dedem şöyle diyordu:
Çocuğumu nereye götürüyorsunuz?
Kemalistlerin okuluna mı, Atatürk kastederek Atakutık’ın okuluna mı götürüyorsunuz?
Trajik-komik bir  şekilde okula gidip yüzbaşı mı olacak diyordu.
Yapmayın etmeyin diyordu.
Bu çocuklar okullara giderek Türkleştirilecekler, özlerini kaybedecekler, devşirme olacaklar diyordu.
Kendi halkına düşman olacaklar diyordu.
Bizleri katledenlerin, cayır cayır yakanların, soykırımdan geçiren Türk ırkçılarının okuluna göndermeyin çocuğumu diyordu.
Bunları söylediği zaman yüz yaşın üzerindeydi ömrü.
Gözleri görmeme aşamasına gelmişti.
Ama hafızası yerinde ve bilgisayar gibiydi.
Konuşma yeteneği de yerindeydi.
Sömürgeci Putçu Türk Irkçılarından intikam alınması gerektiğini devamlı bize anlatırdı.
Nice savaşları görmüştü.
Şeyh Said ile Peçar Tenkil hareketlerinde yapılan katliamları birer birer bize anlatırdı.
Bir asırı aşan ömrüyle engin bilgeliği, öfkeli yüreğiyle aşıladı bize Kürt yurtseverliğini.
Düşmana olan kini, nefreti ve intikam duygusunu öğretti bize.
Aslında modernizm diye sunulanın vahşet, soykırım ve katline aşık olma olduğunu ilkin ak sakallı, uzun ince boylu, direngen dağlı dedemden öğrendim.
Düşmana askerlik yapma yerine halkının özgürlük gerillası olma düşüncesini bilincime ilkin kazıyan yine aksakallı, uzun ince boylu, direngen dağlı dedemden öğrendim.
Tabi ki, PKK olmasaydı dedemin bu intikam çığlığını yerine getirmem özgürlük gerillası olmam hayal olurdu herhalde.
Benimle birlikte o yatılı okula başlayan Kürt çocuklarından ikisi PKK gerillası olarak şahadete ulaştı.
Diğerleri ağırlıkta Türkleştiler.
Katiline aşık oldular. Devşirme oldular.
Bazıları cehşleştiler. Kürdistan gerillasına karşı düşman saflarında savaştılar.
Aksakallı ve direngen dağlı dedemin söyledikleri doğru çıktı.
Dedem şunu söylüyordu: Kendi özgür vatanında kendi kimliğinle, kendi anadilinde özgürce okuyup kendini yönetme, kendine asker olma dışındaki tüm okumalar, tüm işler düşmana hizmet etmektir.
Kendine düşman olmadır diyordu.
Dedem her şeyden önce kendin ol, kendi özün ol diyordu.
Dedemin söylediklerini bugün Kürdistan gerillası HPG gerillaları bir bir hakikate dönüştürmüş durumda.
Kürdistan dağlarında kendi anadilinde eğitim görme var.
Gerilla akademilerinde bilimin her türlüsü okutuluyor. Kürdistan adına, özgürlük ve eşitlik adına gerilla ordusu Loristan’dan Xoy’a, Hemedan Amanos ile Toroslara,  Bagok’tan Behre Reş’e (Karadeniz) kadar mevzilenmiş vaziyette.
Dedemin intikam çığlığı, hayali bugün Kürdistan dağlarından köylere, köylerden ilçelere, ilçelerden kentlere, kentlerden metropollere yayılıyor ve kök salıyor hem de özgürlük çığlığına dönüşerek.
Türk Özel Savaş Karargahı’nın yeni katilleri AKP ile Fetullahçı generaller, subaylar, emniyet amirleri ile polisler, kapıkulu memurları ile onların münafık Mehmetçik medyası ne yaparlarsa yapsınlar Kürdistan gerillası karşısında yenilmeye mahkumdurlar.
Teslimiyeti ve ihaneti özgürlük diye yutturmaya, meşru savunma direnişçisi gerillayı ve öz savunma direnişini yürüten yiğit Kürdistan halkının en kutsal direnişini provokasyon diyerek etkisiz kılmaya çalışan Türk-İslam sentezcisi şeytani ırkçı AKP ile Fetullahçı kalemşörlere verilecek tek cevap var.
Kürdistan halkının kendi cephesinden serhildanı süreklileştirmesi, genç kız ve erkeklerin gerillaya katılarak AKP ile Fetullahçı Münafıklardan 18 aylık Mehmet Uytunlar ile 12 yaşındaki Xezallarn-Ceylan- intikamını almasıdır.
Mehmetlerin ve Xezalların gerçekleşemeyen çocukluk hayalleri adını gerilla ordusunu 50 bine çıkarmanın tam zamanıdır.
Özgür Bilge